Li Kazaxistanê balafireke rêwiyan a Azerbaycanê ket xwarê

Wezareta Rewşa Lezgîn a Kazaxistanê ragihand ku balafireke rêwiyan a ku ji paytexta Azerbaycanê Bakûyê ber bi bajarê Groznî yê Çeçenistanê ve diçû, ket.

 Li Kazaxistanê balafireke rêwiyan a Azerbaycanê ket xwarê
25 kanûn, 2024   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya cîhanê, li bajarê Aktau yê Qazaxistanê balafireke rêwiyan a Azerbeycanê ketiye xwarê. Çavkaniyan ragihand ku di balafirê de nezî 120 kes hebûn.

Rayedarên Kazaxistanê jî ragihand ku li devera Aktauyê balafireke rêwiyan a Şîrketa Rêyên Hewayî ya Azerbeycanê ku ji Bakûyê diçû bajarê Grozniyê yê Çeçenistanê, ketiye xwarê.