Tirsa dubarekirina senaryoya Iraqê li Sûriyeyê

Rojnameyên erebî yên îro der barê yekkirina komên çekdar di bin sîwana dewleta navendî ya bi serpereştiya El Colanî de û nebûna pîrozbahiyên Nolê li Beytlehmê anku cihê jidayikbûna pêxember Îsa nivîsîn.

Tirsa dubarekirina senaryoya Iraqê li Sûriyeyê
25 kanûn, 2024   11:33
NAVEDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro li ser yekkirina komên çekdar ên li Sûriyeyê di bin sîwana Wezareta Parastinê de û cejna Noelê li Beytlehmê nivîsîn.

‘EL COLANÎ BEHSA METIRSIYÊN SENARYOYA IRAQÊ DIKE Û LI BENDÊ YE TIRKIYÊ ZEXTÊ LI KOMAN BIKE’

Rojnameya El Ereb behsa civîna komên çekdar a li Şamê kir û wiha nivîsand: Ebû Mihemed El Colanî (Ehmed El Şerî), serokê Heyet Tehrîr El Şamê û serkirdeyê defakto yê Sûriyeyê behsa senaryoya Iraqê kir, ji bo çareserkirina krîza komên çekdar û tevlêkirina wan di nava dewletê de kir. Ew li bendê ye ku Tirkiye zextê li komên çekdar bike ku piraniya wan dilsozên Tirkiyeyê ne. El Colanî dixwaze bigihêje formulekê ku ji şaşiyên ezmûna Iraqê dûr dikeve ku komên milîs bê ser û ber bûn û dest danîn ser dewletê.”

Rojnameyê her wiha behsa daxuyaniya rêveberê navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî kir ku tê de gotibû: Ev mijar divê bi gotûbêjkirina rasterast a di navbera rêveberiya QSD’ê û Şamê de pêk bê, dûrî destwerdana hêzên herêmî û serdestiya wan li ser biryara Sûriyeyê. QSD dikare bibe navokê artêşa Sûriyeyê, QSD dixwaze hemû arîşeyan bi Şamê re çareser bike.”

‘LI BEYTLEHMÊ CEJN TUNE YE’

Rojnameya El Şerq El Ewset der barê mijara Filistînê de bal kişand ser taybetmendiya hin bajarên wekî Beytlehem, Qudsa Rojhilat û Nasrayê ku bala mesîhiyên cîhanê dikişîne. Ji ber vê yekê, gelek ji wan berê xwe didin wan deran, ew jî dihêle rewşa aborî ya şêniyên wan deveran baş bibe. Lê ji ber şer hejmara xelkê ku serdan dikirin pir kêm bû û ev jî bû sedema têkçûna rewşa aborî ya hemû xelkê Kenara Rojava û Xezayê.

Rojnameyê ev pirs kir: Ma ne rast e ku mirov bibêje ev dinyaya ku îsal cejna Noelê pîroz dike, divê ji bîr neke ku cejna li dergûşa pêxember Îsa qet ne bi xweşî ye. Lewma ji paytextên biryardayînê yê navneteweyî tê xwestin berpirsyariyên xwe yên der barê lihevkirinê de pêk bînin û şerê li ser axa Filistînê rawestînin.”

(k)