Li kantona Firatê roja şemiyê ji bo serjimariyê qedexeya giştî tê ragihandin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, ji bo ku serjimariya giştî çêke, roja şemiyê qedexeya derketina derve ya giştî radgihîne.

Li kantona Firatê roja şemiyê ji bo serjimariyê qedexeya giştî tê ragihandin
27 tebax, 2025   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giştînameya bi hejmar /10/ derxist. Di giştînameyê de hate diyarkirin ku ji ber ku şemî (30’yê Tebaxê) dê serjimarî li kantonê dest pê bike lewma qedexeya derketina derve ya giştî di wê rojê de dê were ragihandin. 

Di giştînameya Rêveberiyê de wiha hatiye nivisîn: “Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, li ser bingeha berjewendiya giştî, ji bo ku şemî (30`yê Tebaxê) serjimarî li kantona Firatê destpê bike, qedexeya derketina derve radigihîne.

Serjimarî dê li bajar, bajarok û hemû deverên kantonê çê bibe. Qedexeya derketinê ji her kesî re derbasdar e tenê saziyên ku ji ber xwezaya xebatên wan, ji biryarê îstisna ye.

(ac/şx)