Li Urdunê entegrasyon û nenavendîbûn hat nîqaşkirin

Di hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweser û Amerîkayê ku li Urdunê hat pêkanîn de, mijarên entegrasyona demokratîk û sîstema nenavendî hat gotûbêjkirin.

Li Urdunê entegrasyon û nenavendîbûn hat nîqaşkirin
28 tebax, 2025   06:45
QAMIŞLO

Li paytexta Urdun Emmanê roja 25`ê Tebaxê (2025) di navbera şandeyeke Amerîkî ku ji Senatora Amerîkayê Jeanne Shaheen û endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson pêk tê û şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed pêk tê de, hevdîtin pêk hat. 

Piştî civînê hatibû diyarkirin ku di hevdîtinê de pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê hikumeta Şamê Ehmed El Şeri hatiye nîqaşkirin. Her wiha şandeya DYA’yê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re nîşan daye.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyek ji Rêveberiya Xweser dane ANHA`yê di hevdîtinê de danûstendinên navber Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de, astengiyên derdikevin holê û çareseriya pirsgirêkan jî hatine gotûbêjkirin.

Di çarçoveya pergala nanevendî de mijara entegrasyonê hatiye nîqaşkirin û li ser çawaniya wê hatiye rawestandin.

Çavkanî da zanîn ku hewildanên ji bo hevdîtinên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê berdewam dikin, lê ev hevdîtin wê kengî pêk were ne diyar e.

(sb/a)

ANHA