Li kantona Firatê operasyona ewlehiyê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi beşdariya QSDˊê li kantona Firatê operasyoneke ewlehiyê ya hevbeş li dar xist, 21 kesên destên wan di kiryarên sûcê, bikaranîna hişbirê, firotina hişbirê de hene û kesên tên xwestin, girtin.

Li kantona Firatê operasyona ewlehiyê
15 kanûn, 2025   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li kantona Firatê operasyoneke ewlehiyê li dar xist.

Di berfirehiya daxuyanbiyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di çarçoveya hewldanên berdewam ên ji bo parastina ewlehî, aramiyê û têkoşîna li dijî sûcan bi hemû şêweyên wê de, hêzên me li kantona Firatê li bajarokê El Şiyûx û gundên El Qube û El Cadê operasyonek berfireh pêk anî. Li gorî agahiyên ku ji hêla dezgehên me yên ewlehiyê ve hatine wergirtin ku kesên beşdarî kiryarên sûc, bikaranîna madeyên hişbir û belavkirina wan bûne û kesên ku ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dadweriyê ve têne xwestin ev operasyon hat lidarxistin.

Bi hevrêziya Dozgeriya Giştî, hêzek ewlehiyê ya hevbeş ji beşên ewlehiyê yên cûrbecûr, ligel Hêzên Operasyonan û Hêzên Taybet ên HATˊê, bi beşdariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate damezrandin. Di dema operesyonê de, hêzên me karîn 21 kesên ji aliyê edaletê ve tên xwestin bigirin.

Di operasyonên lêgerîn û paqijkirinê de, ev tişt hatin desteserkirin:

25 çekên kalaşnîkov bi 61 jarjor

5 çekên berno yên Almanî

20 demançe

Qutiyek cebilxane

100 fîşekên çeka PK

400 fîşekên klaşînkovê

Mîqdarek ji teqemeniya TNT

Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar dikin ku ev operesyon di çarçoveya erkên me yên neteweyî de yê li dijî sûc, zuwakirina çavkaniyên madeyên hişbir û şopandina hemû kesên ku ewlehî û aramiya civakê tehdîd dikin de pêk hat.

Em soza xwe ji gelê xwe re nû dikin ku em ê bi hevkariya desteyên dadê û dadweriyê, ji bo misogerkirina serweriya zagonê û xurtkirina ewlehî û aramiyê, operasyonên ewlehiyê yên pêwîst bidomînin."

(fr)