QSD’ê nasnameya şervanekî şehîd ragihand

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya şervanekî xwe ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bû, eşkere kir.

QSD’ê nasnameya şervanekî şehîd ragihand
20 cotmeh, 2025   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şevanekî xwe yê di berxwedana bendava Tişrînê de şehîd bûye, aşkere kir. 

Daxuyaniya li ser malpera QSD’ê hate weşandin wiha ye:

“Hêzên me di pêkanîna serkeftinê de xwe dispêre îrade û wêrekiya şervanên me yên dilsoz. Şervanên ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di sala 2012’an de destpêkiriye bi qehreaniyeke bê dawî li dijî êrişên, sekinîne. Hejmarek mezin ji wan gihiştin asta şehadetê û navê xwe di dîroka nemiran de xêz kirine.

Hevalê me Erdal Wêran Şar salên dirêj di nava tekoşîn û berxwedana hêzên me de cih girt. Li hejmarek herêman kar kir. Isbat kir ew fermandarekî dikare serkeftinê di rewşên herî dijwar û zehmet de bi dest bixîne.  Wî isbat kiriye ku insanê bi îrde û wêrekiyê xwe bi çek kiriye, dikare tiştên nebûyî pêk bîne. Tiştek li wî zehmet ne dibû. Wekî fermandarekî xuliqkar û behremend li meydanê tevgeriya. Rê û rêbazan ji bo serkeftinê diafirand. Plangirekî zîrek di tektîka şer û hostetiya wê de bû. Dikarî êrişên herî dijwar ên dijminan têk bibe. Ezmûnên xwe ya bi salan kom kiriye, dikarî bi hêsanî di meydana şer de piratîze bike. Her dem derbeyên giran li dijminan dida.

Hevalê me Erdal di yek ji şeran de ji milê xwe birîndar bû. Lê vê birînê israra di tekoşîn û berxwedana wî de mestir kir. Tevî birîndariyê hîn zêdetir ber bi dijimin ve êriş dikir. Erka xwe ya niştimanî û leşkerî di asta herî bilind de pêk tanî. Tu carî tirs nas ne dikir. Berûvajî bi dijwariya şeran de muralê hemû hevalên xwe bilind dikir.

Hevalê me Erdal bi rihê mirovahiyê ciyawaz bû. Ji gelê xwe hez dikir û tu carî dûrî gel ne diket. Her dem dixwest di nava têkiliyan de be. Cihê wî di dilê her kesî wî nas dikir de çêdibû. Tu carî dudilî jiyan ne kir. Her dem hemû cûreyên alîkariyan ji hevalên xwe û gelê xwe re pêşkêş dikir. Hemû kes ber bi pêkanîna têkiliya rast bi gel re teşwîq dikir.

Hevalê me Erdal di hemû qonaxan de li gorî pespektîf û displîna leşkerî tevedigeriya. Baweriya wî xurt bû ku her ew pabendî perspektîf û telîmatan bibe, dê serkeftinên wî zêdetir bibin. Hevrê Erdal ev nerîn di nava hemû şervanên rêveberiya wan dikir, mezin kiribû. Ev sedema sereke ya serkeftinên wî bû.

Em bejna xwe li ber berxwedan û tekoşîna hevrêyê xwe Erdal Wêran Şar û mîrasa waî yat tekoşînê ditewînin. Em wî ji xwe re esas dibînin.

 Di heman demêd e sersaxiyê ji malbat û xizmên hevrê Erdal  û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê asta berxwedan û tekoşîna xwe ya ji bo pêkanîna hêviyên şehîdên xwe bidomînin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Erdal Wêran Şar

Nav û Paşnav: Îbrahîm Qanar

Navê Dayikê: Fatima

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn – 25 Çile 2025

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk