Jenerator şewitî, 2 kes birîndar bûn

Li Dirbêsiyê agir bi jeneratorekê ket, di encamê de zarokek û mêrek bi giranî birîndar bûn.

Jenerator şewitî, 2 kes birîndar bûn
29 tîrmeh, 2025   15:01
HESEKÊ

Li Komîna Şehîd Canda Welat a bajarê Dirbêsiyê agir bi jeneratorekê ket û gihaşte tankera mazotê. Di encamê de şewat derket. Tîmên agirkujiyê yên Şardariya Gel berê da cihê bûyerê û agir vemirand.

Di encama şewatê de zarokê bi navê Mihemed Şerabîn ê 12 salî û xwediyê jeneratorê Hesan Sedûn ê 30 salî bi giranî birîndar bûn. Her du birîndar rakirin Nexweşxaneya Gel a Hesekê.

(bb)

ANHA