Li Iskenderon çalakiya piştgiriya Elewiyan

Li Lîwa Iskenderon û bajarê Frankfurtê yê Almanya ji bo piştgiriya Elewiyên li Sûriyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Iskenderon çalakiya piştgiriya Elewiyan
4 ÇILE, 2026   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Lîwa Iskenderon duh li deriyê Yayladagi (Keseb) ê bi Sûriyeyê ve hatin gel û binpêkirinên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê şermezar kirin.

Şêniyan dirûşmên rawestandina sûcan, piştgiriya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê û parastina sivîlan berz kirin.

Li bajarê Frankfurtê yê Almanya jî duh ciwanên Elewî ji bo piştgiriya Elewiyên li Sûriyeyê û şermezarkirina binpêkirinên li dijî wan xwepêşandanek li dar xist.

Ji dîmenên hatine parvekirin, alîgirên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişî xwepêşandêran  dikin û pevçûn derdikeve. Polîsên Alman wan ji hev vedikin.

(b)