Li ser bandorên arîşeya leşkerî li Venezuelayê hişyariyên navneteweyî 

Saziyên navneteweyî li ser geşedanên li Venezuelayê diqewimin, zêdebûna arîşeya leşkerî ya xeternak û bandorên wê li ser ewlehî û aramiya welêt, hişyarî dan.

Li ser bandorên arîşeya leşkerî li Venezuelayê hişyariyên navneteweyî 
4 ÇILE, 2026   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî operasyona leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Venezuelayê, Sekreterê Giştî yê NY’yê fikarên xwe di derbarê arîşeya dawî ya li Venezuelayê anî ziman, û li ser encamên metirsîdar ên ku dikarin bandorê li tevahiya herêmê bikin hişyarî da. 

Berdevkê NY Stéphane Dujarric di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kir ku Sekreterê Giştî ji ber tiştê ku ew wekî paşguhkirina zagona navneteweyî dibîne pir xemgîn e, û bang li hemû aliyên li Venezuelayê kir têkevin nava diyalogê û rêzê ji bo mafên mirovan û serweriya hiqûqê bigirin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY, Volker Turk, jî fikarên xwe li ser tiştê ku wî wekî "destwerdana" DYA`ê li Venezuelayê bi nav kir anî ziman, û banga aramiyê û pêkanîna Peymana NY û zagona navneteweyî ya mafên mirovan kir.

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, bi rêya platforma "X", diyar kir ku parastina gelê Venezuelayê divê wekî erkekî sereke be.

Seroka Komeleya Giştî ya NY`ê, Annalena Baerbock, diyar kir ku Peymana Neteweyên Yekbûyî "ne vebijêrk e", lê ew çarçoveya ku çalakiya navneteweyî di demên aştî û krîzê de birêve dibe ye.

Baerbock diyar kir ku Xala 2 ya Peymanê bi zelalî destnîşan dike ku nabe dewletên endam gefa karanîna hêzê yan jî karanîna hêzî li dijî yekparçbûn an serxwebûna siyasî ya dewleteke din pêk bîne.

Roja Şemiyê li li paytext Venezuela Caracas`ê rêze teqînan, û dûv re operasyonek leşkerî ya Amerîkî pêk hat. DYA`ê girtina Serok Nicolás Maduro û jina wî û derxistina wan ji welêt ragihand.

(k)