Li Iraqê piştî 27 salan serjimariya giştî dest pê kir

Vê sibê li seranserî Iraqê xebatên serjimariyê dest pê kir ku dê 2 rojan bidomin.

Li Iraqê piştî 27 salan serjimariya giştî dest pê kir
20 mijdar, 2024   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li seranserî Iraq û Başûrê Kurdistanê serjimêriya giştî tê lidarxistin û ji bo wê jî li nav bajar û bajarokan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Qedexeyê saet 00:00’an dest pê kir û dê heta sibehê saet 24:00’an bidome.

Cîgirê serokê Meclisa Wezîran û wezîrê plankirinê Mihemed Elî Temîmî diyar kir ku serjimarî dê edaleta civakî û aborî dabîn bike û xebatan bi pêş bixe. Di heman demê de bang li iraqiyan kir ku bi tîmên serjimariyê re hevkar bin û daneyên rastîn bidin wan.

Di sala 2008’an de biryara serjimêriya giştî ya Iraqê hatibû dayîn, lê ji ber sedemên siyasî û polîtîk serjimarî nehat kirin.

(şx)