SOHR: Di 20 rojan de li Derayê 9 kes hatin kuştin

Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de alozî berdewam dike. Ji destpêka Mijdarê ve li Derayê 9 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

SOHR: Di 20 rojan de li Derayê 9 kes hatin kuştin
20 mijdar, 2024   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka Mijdarê ve li Derayê 9 kes hatine kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne. 

SOHR`ê aşkera kir ku hejmara kuştî û birîndaran a navborî, di encama 13 bûyerên hedefgirtinê ji aliyê kesên nenas ve li herêmên cuda yên Derayê de çêbûne. Hêzên hikumeta Şamê jî rewşa ewlehiyê ya tevlihev a li herêmê paşguh dikin.

 (şx/k)