Li Iraqê partiya jinan hat damezrandin

Partiya Jinan a El-Mewda, li Iraqê jinên ji mezheb û civakên cûda yên welat anî li gel hev û bi armanca bihêzbûna jinan a di warê siyasî de hate damezrandin.

Li Iraqê partiya jinan hat damezrandin
28 tîrmeh, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Iraqê bi dehan jin û mêr beşdarî yekemîn konferansa Partiya Jinan a El-Mewda bûn.

Hevkarên damezrînerên Partiya Jinan a El-Mewda, diyar kirin ku partî ji ber pêşerojek baştir ya Iraqê, ji bo beşdarbûna jinan û cihgirtina xebatên siyasî platformeke û da zanîn welat hewcedarê hemû kesê ye.

Damezrandina yekemîn partiya jinan, ji bo jinên Iraqê gavek girînge û di bihêzkirina jinan a qada siyasî de xala werçerxê ye. Ev, wek encamek nîqaşên di komxebat û civînên jinan de hatine kirin, derketiye holê.