Li Iraqê kehrebe bi temamî qut bûye

Wezareta Kehrebê ya Iraqê ragihand ku li tevahî parêzgehên Iraqê kehrebe bi temamî qut bûye.

Li Iraqê kehrebe bi temamî qut bûye
4 adar, 2026   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Kehrebê ya Iraqê daxuyand ku pergala kehrebê bi awayekî temamî li set tevahî parêzgehên Iraqê qut bûye.

Ajansa Nûçeyan a Iraqê ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Kehrebê da zanîn ku pergala kehrebê bi awayekî temamî li ser tevahî parêzgehên Iraqê qut bûye.

Wezaretê destnîşan kir ku dest bi lêkolîn û sedema qutbûna kehrebê tên kirin û wê jinûve central û xetên hatine qutkirin bikevin xizmetê.

(fr)