Li Iraqê hilbijartinên meclisên parêzgehan dest pê kir

Li Iraqê hilbijartina taybet a ji bo meclisên parêzgehan dest pê kir.

Li Iraqê hilbijartinên meclisên parêzgehan dest pê kir
Li Iraqê hilbijartinên meclisên parêzgehan dest pê kir
Li Iraqê hilbijartinên meclisên parêzgehan dest pê kir
16 kanûn 2023   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartina taybet a meclisên parêzgehan ên Iraqê dest pê kir.

Li Iraqê saet di 07:00’an de hilbijartina taybet a hêzên leşkerî, koçber û girtiyan a ji bo hilbijartina meclisên parêzgehên Iraqê dest pê kir. Bi giştî mafê milyonek û 2 hezar û 393 kesan heye ku di vê hilbijartina taybet de dengên xwe bi kar bînin.

Li gorî daneyên Komîseriya Hilbijartinan a Iraqê ji bo hilbijartina meclisên parêzgehan, mafê 15 milyon û 108 hezar welatiyan heye ku dengên xwe bidin. Komîseriyê li seranserî welat 600 navendên dengdanê vekirin.

Ji beriya 10 salan ve ev cara yekemîn e ku hilbijartinên meclisên parêzgehan çêdibin.

Tê payîn dengdana taybet heya saet 18.00’an dewam bike. Her wiha dengdana giştî jî dê di 18’ê mehê de dest pê bike. Tê payîn piştî wê di nava 24 saetan de encam werin ragihandin.