Li Iraqê hilbijartina meclisên parezgehan dest pê kir

Li seranserê Iraqê dengdana ji bo hilbijartina meclisên parêzgehan dest pê kir.

Li Iraqê hilbijartina meclisên parezgehan dest pê kir
18 kanûn, 2023   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserê Iraqê dengdana ji bo hilbijartina meclisa parêzgehên Iraqê saet di 07:00’an de dest pê kir. Piştî sala 2013’an iraqî careke din ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan îro diçin ser sindoqan.

Hilbijartin li 15 parêzgehan pêk tê, ji bo Kurdan vê carê ya herî girîng hilbijartina li Kerkûkê ye. Ji ber ku piştî sala 2005’an anku piştî 18 salan e li Kerkûkê hilbijartin pêk tê.

Li gorî komîsyonê, mafê dengdanê yê 15 milyon û 108 hezar kesî heye, 5 hezar û 904 namzet hene û ji wan 70 namzetên serbixwe ne û ji bo 285 kursiyan dikevin pêşbirkê.

Bi giştî li 166 navendên dengdanê 35 hezar û 553 sindoqên dengdanê hatine danîn. Dengdan dê heta saet 18:00’an dewam bike.

Li gorî komîsyona hilbijartinê, ji 285 kursiyan, 75 kursî kotaya jinan in, 10 kursî ji bo pêkhateyên xiristiyan, êzidî, şebek, saîbeya nendaiyan û Kurdên feylî ye.

Bi giştî 38 hevpeyman û 28 partî tev li hilbijartinan dibin. Li gorî komîsyonê piştî hilbijartinê di nava 24 saetan de dê encam werin ragihandin.