Li Iraqê 5 DAIŞˈî hatin girtin

Îstîxbarata Iraqê li parêzgeha Diyala ya li rojhilatê Bexdayê 5 çeteyên DAIŞˈê girtin.

Li Iraqê 5 DAIŞˈî hatin girtin
29 cotmeh, 2024   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Ajansa Îstîxbarata Iraqê de hate diyarkirin ku yekîneyên li dijî terorê yên girêdayî ajansê bi hevkariya şaneya "Siqûr" a îstîxbaratê, 5 DAIŞˈî li parêzgeha Diyala ya rojhilatê Bexdayê girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, çeteyên hatin girtin, li xwe mikur hatin ku li beramberî pereyan tev li DAIŞˈê bûne. Hate destnîşankirin ku DAIŞˈî sewqî dadgehê hatin kirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev di operasyoneke nû de, balafirên şer ên F-16 Iraqê stargehên çeteyên DAIŞ’ê yên li rêzeçiyayên Hemrînê bombebaran kirine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku agahiyên der barê operasyonê de wê demê bê werin aşkerakirin.

(bb)