Neîm Qasim bû lîderê Hizbullahê

Neîm Qasim piştî Hesen Nesrellah ku 27ˈê Îlonê di êrişa Îsraîlê de hatibû kuştin, wek lîderê Hizbullahê hat hilbijartin.

Neîm Qasim bû lîderê Hizbullahê
29 cotmeh, 2024   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Lîderê Hizbullahê Hesen Nesrellah 27ˈê Îlona îsal di êrişa Îsraîlê de li Beyrûtê hatibû kuştin.

Neîm Qasim ku cîgirê Nesrellah bû, wekî lîder hat hilbijartin.

Neîm Mihemed Qasim di Sibata 1953ˈyan de li herêma Besta Jorîn a bajarê Beyrûtê ji dayik bûye. 6 zarokên wî hene.

Neîm Qasim li ber destê oldarên mezin ên şîe perwerde dîtiye û di zanîngehê de beşa pewerdeyê bi zimanê fransî xwendiye.

Qasim ku yek ji damezirînerên Hizbullahê ye, 3 caran wek endamê meclisa şêwirê ya Hizbullah kar kir. Her wiha wek berpirsê çalakiyên perwerdeyê li Beyrûtê xebitî, piştre jî wek cîgirê serokê meclisa rêveber a Hizbullahê hat hilbijartin.

Dema ku Ebas Mewsewî di 1991ˈan de bû lîderê Hizbullahê, Qasim wek cîgirê wî hatibû hilbijartin û heya kuştina Hesen Nesrellah li ser vê erkê bû.

(bb)