Li Iraqê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Dije Terora Iraqê ragihand ku di encama rêze operasyonan de 5 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgehên Nînowa, Kerkûk û Enbar hatin girtin.

Li Iraqê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
28 kanûn, 2025   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Dije Terora Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Enbar li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê rêze operasyon hatin lidarxistin.

Hate diyarkirin ku di encama operasyonan de li parêzgeha Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin ku ev çete ji dabînkirina lojîstîka çeteyan de berpirs bûn.

Her wiha hate ragihandin ku li parêzgeha Enbar  du operasyon hatin lidarxistin û 2 çete hatin girtin, li parêzgeha Nînowayê jî çeteyek DAIŞ’ê hate girtin.