10 jinên Behayî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin

Hat ragihandin ku 10 jinên Behayî li Esfehanê bêy ku li dadgehê amadebin, cezayê girtîgehê lê hatin birîn.

10 jinên Behayî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin
28 kanûn, 2025   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Ajansa Îran International, 10 jinên Behayî piştî ku serdana Ofîsa Bicihanîna Cezayan a Esfehanê kirin, hatin binçavkirin. Piştre şandina Girtîgeha Dewlet Abad. 

Li gor nûçeyê jinên hatine girtin, Yegana Ruhbexşî, Arezu Subhanyan, Şana Şuqî Fer, Neda Îmadî, Neda Bedbexş, Mujgan Şahrezayî, Perstû Hekîm, Negîn Xademî, Yegane Agahî, Behar Letîf.