Li Îranê ji serê Sibatê ve 300 girtî hatine darvekirin

Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na di hefteya 108’an de didome. Li gor daxuyaniya ku ji aliyê kampanyayê ve hatiye dayîn, ji serê meha Sibatê ve zêdetirî 300 girtî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Li Îranê ji serê Sibatê ve 300 girtî hatine darvekirin
17 sibat, 2026   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na di hefteya 108’an de didome. Kampanyayê têkildarî rewşa xwepêşander û nerazîbûnan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji serê meha Sibatê ve zêdetirî 300 girtî ku sê ji wan jin in, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Di beşek din ya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku bi hezaran kesên di girtîgehên rejîma Îranê de ne, di jêr zextek tûnd, êşkence û metirsiya darvekirinê de ne.

Her wiha bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û saziyên navdewletî dike ku bi awayek bilez ji bo rizgarkirina kesên girtîne bikevin nava hewldanan.

Hêjayî gotinêye Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na di 9’ê Çileya 2023’yan de wek nerazîbûnek li dijî darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hat destpêkirin. Hemû rojên sêşeman beşdarvanên kampanyayê dikevin gireva birçîbûnê.