Li Îranê hezar û 168 kes hatine kuştin

HRANA’yê rapora 6 rojan a êrişên li dijî rejîma Îranê parve kir û da zanîn ku ji 28’ê Sibatê ve 194 jê zarok, herî kêm hezar û 168 kes hatine kuştin.

Li Îranê hezar û 168 kes hatine kuştin
6 adar, 2026   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA) rapora xwe ya têkildarî bîlançoya 6 rojên êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê parve kir.

Di raporê de hate gotin ku di nava 24 saetan de li 19 eyaletan, bi giştî 170 êriş hatine tomarkirin. Hate gotin ku di encama êrişan de yek jê zarok, 9 sivîl û 3 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û 38 kes jî birîndar bûne.

HRANA’yê da zanîn ku ji 28’ê Sibatê ve di êrişan de hezar û 168 kes hatine kuştin ku ji van 194 zarok in.

Di raporê de hate destnîşankirin ku di nava 24 saetan de hem baregehên leşkerî hem jî tesîsên sivîl û leşkerî bûne hedef û wiha hate gotin: “Di êrişan de hem tesîsên leşkerî û sivîl û stadyumek bûne hedef.”