Şêniyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Biryara me berxwedan e

Şêniyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku wan li dijî dorpêçe û êrişên muhtemel  biryara berxwedanê dane.

Şêniyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Biryara me berxwedan e
Şêniyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Biryara me berxwedan e
Şêniyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Biryara me berxwedan e
Şêniyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Biryara me berxwedan e
Şêniyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Biryara me berxwedan e
5 kanûn, 2024   09:49
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku li hemberî êrişên muhtemel ên çeteyên Heyet Tehrîr El Şam wan biryara mayîn û berxwedanê dane. 

Îsa Mistefa ê ji Şêxmeqsûd e, diyar kir ku di encama dorpêça Heyet Tehrîr El Şam de rewşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne aram e.

Mistefa bi bîr xist ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di sala 2016ˈan êrişên qirkirinê li dijî herdu taxan pêk anîbûn, lê belê êriş li hemberî îradeya şêniyên herêmê têk çûn.

Mistefa wiha domand: “Em serî natewînin. Me biryara mayîn û berxwedanê ya li gorî şerê gelê şoreşgerî daye. Metirsî li dijî herêmên me heye. Heyet Tehrîr El Şam bi vekişîna hêzên hikumeta Şamê re bi hêsanî taxên Helebê kontrol kirin û pê re herdu taxên me hatin dorpêçkirin. Egera pêkanîna êrişan li dijî herdu taxan jî ne dûr e.”

Mistefa diyar kir ku dê mîna her carê li ber xwe bidin û hebûna xwe biparêzin û wiha domand."Tê zanîn ku taxa Şêxmeqsûdê li hemberî tevahî êrişan rêya berxwedan û têkoşînê hilbijartiye. Em dê bi îradeya xwe hebûna û istiqrara xwe biparêzin. Em ê wefadarên xwîna şehîdên xwe bin, em axa xwe ve girêdayî ne û jî tu kesî re nahêlin."

Jina bi navê  Meha Mistefa El Hilû ya ji pêkhateya Ereb destnîşan kir ku wek ku çawa di 2016’an de li ber xwe dan, dê niha jî li ber xwe bide.

Meha diyar kir ku şênî bi hemû pêkhateyên xwe li pişta hêzên parastinê ne û îsrara wan a serkeftinê mezin e.

Jina bi navê Meys Mihemed jî bal kişand ser helwesta jinên li taxê û got:  “Me biryara parastina xaka xwe daye û em dev ji malên xwe bernedin."

(mh/bb)

ANHA