Li Îranê di 20 rojan de 164 kes hatin darvekirin

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihand ku girtiyên jin yên siyasî li girtîgeha Evîn ji mafên xwe bêpar tên hiştin û hate gotin; “Di 20 rojên borî de 164 kes hatine darvekirin.”

Li Îranê di 20 rojan de 164 kes hatin darvekirin
14 cotmeh, 2025   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 90’emîn de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê veguhestina girtiyên siyasî yên jin ya ji girtîgeha Qerçek a ji bo girtîgeha Evîn dewam dike. Hate gotin ku dema girtî tên veguhestin rûbiruyî tundiyê tên û hate gotin; “Jinên ku dijî kuştina Sumeye Reşîd dest bi nerazîbûnê kirine, niha ji pêdawîstiyên xwe yên bingehîn bê par hatine hiştin û rewşa wan gelek xirabe. Ev yek binpêkirina mafê mirovane.”

Kampanyayê ragihand ku di nava 20 rojên borî de 164 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.

Di heman daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî û azadîxwazan hate kirin ku dijî darvekirinen xwedî helwest bin.