Hêzên Îsraîlê li Quneytîrayê bendeke kontrolê danî

Hêzên Îsraîlê li xaçerêya gundê Ofaniyayê yê ê Quneytîrayê bendeke kontrolê danî.

Hêzên Îsraîlê li Quneytîrayê bendeke kontrolê danî
14 cotmeh, 2025   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê li xaçerêya gundê Ofaniyayê yê Quneytîrayê, bendeke kontrolê daniye û otomobîl û rêwî rawestandin û lêgerîn pêk anîn.

Di 11’ê Cotmehê de, hêzên Îsraîlê li ser Rêya Tablînê di navbera bajarokên Maallaqa û Saidayê yên Quneytîrayê de bendeke kontrolê ya demkî danîbû û nasnameyên rêwiyan kontrol kiribûn.

(k)