Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 7 hezar kes hatine kuştin

Di protestoyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên 47 rojan de 219 jê zarok 7 hezar û 5 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 7 hezar kes hatine kuştin
13 sibat, 2026   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), bîlançoya 47 rojên xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê weşand.

Li gorî rapora HRANA’yê hatiye piştrastkirin ku di xwepêşandanan de 7 hezar û 5 kes hatine kuştin. Gorî raporê 219 zarok, 6 hezar û 506 xwepêşandêr û li gel 66 sivîlên ku beşdarî protestoyan nebûne hatin kuştin; 214 kes jî ji hêzên girêdayî rejîmê jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha di raporê de hate destnîşan kirin ku hêj bûyerên mirinê yên 11 hezar û 730 kesan jî tê lêkolînkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku 25 hezar û 845 xwepêşandar birîndar bûne, tevî 136 xwendekaran 53 hezar û 166 kes hatine girtin û 11 hezar û 51 kes ji bo îfadeyê hatine bangkirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku hêzên rejîmê ji bo tepisandina xwepêşandanan û ragihandina navbera xwepêşandêran înternet birîne û SIM kartên wan bloke kirine. 

‘ZEXT LI DIBISTANAN JÎ BERFIREH BÛ’  

HRANA’yê bal kişand ser rapora Konseya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyên Îranê û diyar kir ku zext li dibistanan jî berfireh bûye û ev tişt hate gotin: “Li gorî rapora konseyê, endamên Besîcê, ser navên wezîfedarê olê wek sîxûrên sivîl li hinek dibistanan beşdarî bernameyan bûne. Erka van kesan ewe ku li ser xwendekaran zextên derûnî bikin.”

Herwiha saziyê diyar kiribû ku herî kêm 200 xwendekar di xwepêşandanan de hatine qetilkirin.