Li Dêrikê 200 xwendekar fêrî hunerê dibin

Li bajarê Dêrikê Navenda Dijle ya Çand û Hunerê ji bo şagirtên dibistanan korsên pewerdeya hunerî vekir, 200 şagirt tevlî korsan bûn.

Li Dêrikê 200 xwendekar fêrî hunerê dibin
Li Dêrikê 200 xwendekar fêrî hunerê dibin
Li Dêrikê 200 xwendekar fêrî hunerê dibin
Li Dêrikê 200 xwendekar fêrî hunerê dibin
Li Dêrikê 200 xwendekar fêrî hunerê dibin
17 hezîran, 2025   14:50
QAMIŞLO

Piştî ku demsala xwendinê ya 2024- 2025  bi dawî bû û dema bêhnvedana havînê dest pê kir, Navenda Dijle ya Çand û Hunerê ya li bajarê Dêrikê ji bo xwendekarên dibistanan korsên pwerdeya hunerî vekir.

Korsên perwerdeyê destpêka meha Hezîranê dest pêkir. Xwendekarên tevlî korsan bûne der barê hunerên şêwekarî, mûzîk û şanogeriyê de têne perwerdekirin.

Li gorî rêveberên Navenda Dijle ya Çand û Hunerê nêzî 200 xwendekaran tevlî korsan bûn û ji hêla mamosteyên pirspor ve têne pwerwerdekirin.

Korsên pwerwerdeyê dê 3 mehan dewam bikin. Xwendekarên ku tevlî korsan bûne dê titşên fêr bûne di Mihricana Hunera Zarokan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin, pêşkêş bikin.