Gerîlayên HPG û YJA Starê Newroz li çiyayên azad pîroz kirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşek mezin agir Newroz pîroz kirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê Newroz li çiyayên azad pîroz kirin
23 adar, 2025   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Cejna Newrozê weke li çar aliyên Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî li gel şert û mercên şer ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve hate pîrozkirin.

Gerîlayan agirê Newrozê dadan, govend gerandin û bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' Newroz pîroz kirin.