Li Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo hatin bibîranîn

Suryaniyên ji bajarê Tirbespiyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo di salvegera wan a 111ˊan de bi bîr anîn.

14 hezîran, 2026   21:54
QAMIŞLO

Îro, 14ˊê Heîzranê salvegera 111ˊan a komkujiyên Sêfo ye ku desthilatên Osmanî li dijî Ermen, Suryan, Asûrî-Keldan di 1915ˊan de hat kirine.

Ji bo bibîranîna qurbaniyên komkujiyan, Dêra Seyide Meryem El Ezra ya li Tirbespiyê bi ser giyanên qurbaniyan de nimêj kir. Piştre li ser navê Partiya Yekitiya Suryanî Îşo Gewriye axivî, amaje bi armancên wan komkujiyên bi destê osmaniyan hatine kirin û hewldana wan a qirkirina gelên resen li herêmê kir.

Li ser navê dêrê Gabriel Esmer axivî, bal kişand ser êrişên li dijî gelê Suryanî-Kildanî-Asûrî û Ermenî û komkujiyên li dijî wan. Esmer daxwaz kir ku aştî li herêmê belav bibe, aloziyên olî bi dawî bibin û pêkhate bi hev re bijîn.

Dûre Suryan heta bi sûka navendî mûm hilgirtin û meşiyan.

(fr)

ANHA