Êrişkarekî 2 Îsraîlî bi kêrê birîndar kirin

Di hotêla Tzova ya li nêzî Qudisê de êrişkarekî 2 Îsraîlê bi kêrê birîndar kirin.

Êrişkarekî 2 Îsraîlî bi kêrê birîndar kirin
12 îlon, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişkarekî li hola xwarinê ya hotêla li herêma "Tzova" ya nêzî Qudisê 2 Îsraîlî bi kêrê birîndar kirin. Birîna yekî giran e û yê din navîn e. Parêzvanên ewlehiyê êrişkar girtin.

Beşa xizmetê ya ambulancê ya Îsraîlê diyar kir ku temenê her du birîndaran nêzî 40 salî ye û rakirin nexweşxaneyek Qudisê.

Li gorî kanala 12ˊan a Îsraîlê, êrişkar ciwanekî 28 salî ye, ji xelkê Şeifatê ye. Êrişkar kêr ji xwaringehê bir û beriya êriş bike got "Ellah Ekber" û êrişî kesên li holê kir. Kanalê aşkera kir ku parêzvanên ewlehiyê bêyî avêtina guleyan bi lez rewş kontrol kirin, ew kelepç kirin û yekser lêpirsîn dan destpêkirin.

(fr)