Li Humsê jinek hat qetilkirin û yek din birîndar bû

Li bajarê Humsê di êrişa bi bomeyên destan de jinek ciwan hat qetilkirin û yek din bi giranî birîndar bû.

Li Humsê jinek hat qetilkirin û yek din birîndar bû
25 cotmeh, 2025   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecih, duh êvarî komeke çekdar li taxa Dahiyet El Welîd a bajarê Humsê 2 bombeyên destan avêtin malekê. Çavkaniyan dane zanîn ku encama êrişa bombeyê de jina bi navê Rîham Nîzar Hemûde (32) hat qetilkirin û  Sara Mihemed Himêdûş jî bi giranî birîndar bûn. Jina birîndar ji bo nexweşxaneyan hat veguhestin.

(bb)