Berhema nivîskarên ciwan li pêşangeha pirtûkan e

Jinên ciwan ên ku 2023`yan tevlî komxebateke wêjeyî ya ji bo fêrbûna şêwazê nivîsandinê bibûn, berhema xwe ya yekemîn di Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Nevnetewî de pêşkêş kir.

Berhema nivîskarên ciwan li pêşangeha pirtûkan e
25 cotmeh, 2025   10:30
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navnetewî ya 9`emîn de li kêleka nivîskarên bi nav û deng, berhemên yekemîn ên nivîskarên ciwan jî cihê xwe girtin. 

Yek ji berhemên nû pirtûka bi navê “Pencereya Pêşîn” e. Pirtûka ku ji kurteçîrok û helbestan pêk tê, ji aliyê 4 jinên ciwan ve hatiye nivîsandin.

Jinên ciwan ên bi navê Roja Mihemed, Dilîn Ebdulrehman, Nisrîn Yûnis û Ciwana Hisên sala 2023`yan beşdarî `Komxebata Geşkirina Behremendiya Wêjeyî ya Jinên Ciwan’ a ku ji aliyê Dîwanan Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû lidarxistin, bibûn.

Di komxebatê de li ser rêbazên fêrbûna nivîsandina çîrok, helbest, roman û şanoyê gotûbêj hatibûn meşandin û beşdar teşwîqî nivîsandinê hatibûn kirin.

Her 4 jinên ciwan jî piştî komxebatê dest bi nivîsandina kurteçîrok û helbestan kirin û berhemên xwe di pirtûka “Pencereya Pêşîn” de kom kirin.

Pirtûka ku ji 4 çîrok, 28 helbestên bi zimanê Kurdî û 12 çîrokên bi zimanê Erebî pêk tê, ji aliyê Weşanên Şilêr û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye amadekirin, sala 2025`an li Weşanxaneya Şilêr hatiye çapkirin.

Nivîskarên ciwan berhema xwe di Pêşangeha Şehîd Herekol de pêşkêşî xwîneran dikin. 

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê diyar kir ku ew dixwazin bi bernameyên wekî komxebatan, ciwanan teşwîqî nivîsandinê bikin û ev pirtûk jî encamek vê xebatê ye û destnîşan kir ku ew ê hewildanên xwe berdewam bikin.

(a)

ANHA