Li Humsê ji ber bermahiyên şer kesekî jiyana xwe ji dest da

Li rojavayê Humsê û li ser sînorên Sûriye-Lubnanê ji ber teqîna bermahiyên şer kesek jiyana xwe ji dest dan û 2 din jî birîndar bûn.

Li Humsê ji ber bermahiyên şer kesekî jiyana xwe ji dest da
1 cotmeh, 2025   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama teqîna ceblixane û bermahiyên şer de di depoyeke çekdan li nêzî dibistanekê de li herêma Cûsiye yê bajarokê Qisêr ê bajarê Humsê û li ser sînorên Sûriye -Lubnanê, kesek jiyana xwe ji dest da û 2 din jî birîndar bûn. 

SOHR`ê da zanîn ku ji 8`ê Kanûna 2024`an û vir ve, 626 kes ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane. Di nav wan de 176 zarok hene.

(şx)