Ji bo Pexşan Ezîzî daxuyanî

 Wezareta Karê Derve ya DYA, girtin û cezayê darvekirinê yê rojnamevan Pexşan Ezîzî şermezar kir.

Ji bo Pexşan Ezîzî daxuyanî
1 cotmeh, 2025   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

 Wezareta Karê Derve ya DYA, girtin û cezayê darvekirinê yê rojnamevan Pexşan Ezîzî şermezar kir. Daxwaz kir ku divê Pexşan Ezîzî demildest û bê şert were berdan.

 Di daxuyaniya ku bi Farisî hatî weşandin de, hate diyarkirin ku Pexşan Ezîzî bê parêzer hatiye hiştin, li hucreya yek kesî hatiye girtin û di darizandinek ne edlane de mehkumî darvekirinê hatiye kirin.

 Wezaretê got ku "Rejîma Îranê darvekirinê bi awayek sîstematîk wek amûrek a zextê bi kartîne." Bi bîrxist ku tenê di 2025’an de zêdeyî 1000  înfaz hatine kirin.

 Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Divê Îran darvekirina Pexşan Ezîzî bi sekinîne, wê û hemû girtiyên siyasî berde û kampanyaya zextê ku li dijî gelê xwe bi kartîne bi dawî bike.”