Li Humsê di êrişa bi kêrê de ciwanek birîndar bû

Di pevçûneke navbera komek kesan de li taxa Sebîl a Humsê de ciwanek bi kêrê birîndar bû.

Li Humsê di êrişa bi kêrê de ciwanek birîndar bû
26 nîsan, 2026   19:37
HUMS

Nûçegihanê me ji bajarê Humsê daxuyand ku li kolana Beyadir a taxa Sebîl a bajêr de komek kes ji xelkê eşîran bi hev ketin, di encamê de ciwanek bi kêr birîndar bû.

Nûçegihan da zanîn ku ciwan rakirin nexweşxaneyê, lê agahiyên têkildarî sedemên pirsgirêkê de nîn in.

Ji ber wê bûyerê, li taxê hêzeke zêde ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê belav bû.

(fr)

ANHA