Eraqçî piştî nîqaşên li Omanê vegerî Pakistanê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî nîqaşên li Omanê yên têkildarî pêşniyar û xalên ku Îslamabad hwel dide di danûstanên bê yên navbera Tehran û Washingtonê de pêşkêş bike vegerî Pakistanê.

Eraqçî piştî nîqaşên li Omanê vegerî Pakistanê
26 nîsan, 2026   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, piştî şêwirên li Sultenet Oman pêk anîne, careke din vegerî paytexta Pakistanê Îslamabadê.

Çavkaniyên ji Pakistanê ji ajansa Enadol re diyar kir ku piştî şêwirên li Omanê dîsa Eraqçî vegerî Pakistanê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya ku Eraqçî berê xwe bide Mesqetê serdana Pakistan, Oman û Rûsya û Îslamabadê kiribû.

Ajansa Nûçeyan a Omanê daxuyandibû ku Sultan Heysem Bin Tariq pêşwazî li Eraqçî kir, der barê rewşa herêmê, hewldanên navbeynarkiya bidawîkirina aloziyê de nîqaş kiribûn.

Êvara înê, Eraqçî gihîştibû Îslamabadê û pêşbîn bû ku bi nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û şêwir Jared Kushner re bicive.

Lê ajansa nûçeyan a Îranê (IRNA) roja şemiyê bi bîr xistibû ku Eraqçî piştî hevdîtinên bi rayedarên Pakistanî re ji Îslamabadê derketiye.

Çavkaniyên Pakistanê îro ji Tora El Arabiya û Al Hedath re gotibû ku Ebas Eraqçî destûr wergtiye ku li ser xalên Pakistan dixwaze pêşkêş bike nîqaş bike.

Çavkaniyan anî ziman ku Îslamabad li benda qebûlkirina Îranê ya hevdîtina muhtemel bi aliyê Amerîkayê re ye û Eraqçî li Pakistanê bimîne heta şandeya Amerîkayê digihîne wir.

(fr)