Trump: Wê şerê Îranê di demek nêzîk de bi dawî bibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku wê şerê Îranê di demeke nêzîk de bi dawî bibe, ji ber hin kesayetên Îranî yên maqûl in û yên din ne maqûl in.

Trump: Wê şerê Îranê di demek nêzîk de bi dawî bibe
26 nîsan, 2026   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji FOX NEWSˊê re got "Şerê Îranê wê di demeke nêzîk de bi dawî bibe û emê bi ser bikevin. Hin kesayetên Îranê ku em pê re didin û distînin maqûl in û yên din ne wisa ne. Em bi hêvî ne Îranî jîn bin."

Têkildarî êrişa li dijî wî ku di şahiya nûçegihanên Koşka Spî çêbûyî de Trump anî ziman ku cihê jê hatiye êrişkirinê pir zehmet bû ku were ewlekirin û gulebar ji hola şahiyan nêz nebû.

Trump aşkera kir ku li gorî datayan gulebar nexweşê derûnî ye û malbata wî pirsgirêkên wî dizane. Gulebar şeva şahiyê ya aloz veguherand kêliya yekgirtinê.

Di dawiyê de Trump got ji ber bûyera di şahiya nûçegihanên Koşka Spî de çêbûyî pêwîstî bi avakirina holeke şahiyan a ewletir di hundirê Koşka Spî de heye.

(fr)