Li Humsê ciwanek hat qetilkirin, yek jî birîndar bû

Di 2 bûyerên cuda li bajarê Humsê û gundewarê wê de ciwanek hat qetilkirin û yek jî birîndar bû.

Li Humsê ciwanek hat qetilkirin, yek jî birîndar bû
31 ÇILE, 2026   01:09
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê, daxuyand ku komeke çekdar li gundê Xora Xerbî ya Humsê gule berda ciwanê bi navê Ednan Subhî Kirêş, di cih de qetil kir.

Di bûyereke din de çekdarên nenas li nêzî kluba karkeran a taxa Ekremê ya Humsê gule berda ciwanekî, birîndar kir. Ciwan rakirin nexweşxaneyê, lê rewşa wê giran e.

Ev sûc, bêyî cezakirina sûcdaran pêk tê. Ev yek jî dihêle êrişkar pêkanînên xwe bidomînin.

(fr)