Îsraîlê gundewarên Dera û Quneytîrayê topbaran kirin

Artêşa Îsraîlê gundewarên Quneytîra û Derayê topbaran kirin. Li gorî agahiyan zerarên madî û mirovî çênebûn.

Îsraîlê gundewarên Dera û Quneytîrayê topbaran kirin
2 tîrmeh, 2026   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku hêzên Îsraîlê berbanga îro derdora gundê Abidîn û zeviyên çandiniyê yên derdroa gundê Cemlê yên hewza Yermûkê yê Derayê bi obîsan topbaran kirin. Hemwetî topbaranê balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan.

Çavkaniyên xwecih jî dane zanîn ku artêşa Îsraîlê 3 guleyên obîsan avêtin erdên navbera gunda Berîqa û bajarokê Kodne yê başûrê Quneytîrayê.

Li gorî agahiyan, zerarên madî û mirovî çênebûne.

(bb)