Li Humsê cenazeyek hat dîtin û bi ser gundekî de hat girtin

Li Humsê bi ser gundê Ekrad El Dasiniye de hat girtin û cenazeya ciwanekî li nêzî Bendava El Hewleyê hat dîtin.

Li Humsê cenazeyek hat dîtin û bi ser gundekî de hat girtin
10 tebax, 2026   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane nûçegihanê me re, cenazeya ciwanekî bi navê Mihyedîn Semra yê ji gundê Xor El Xerbiye yê Humsê hat dîtin. 

Çavkaniyan dane zanîn ku Mihyedîn Semra duh dema masîvanî dikir, ji aliyê çekdarên nenas ve hatibû revandin û agahî jê nehatin girtin. Cenazeyê Mihyedîn Semra îro li nêzî Bendava El Hewleyê hat dîtin.

Aliyên têkildar der barê bûyerê de daxuyanî nedaye.

Hêzên ewlekariyê ji duh ve girtine ser gundê Ekrad El Dasiniye û hejmarek welatî girtin. Ji girtiyan Elî El Mehyûb (60) û Semîr Elî El Ebod (50) hatin zanîn.

(f)