Xameneyî guhertin di fermandariyên leşkerî û ewlekariyê de çêkirin

Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneyî guhertineke berfireh di postên fermandariyên leşkerî û ewlehiyê de pêk anî.

Xameneyî guhertin di fermandariyên leşkerî û ewlekariyê de çêkirin
10 tebax, 2026   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Xameneyî, Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneyî îro guhertin di gelek postên leşkerî û ewlehiyê de pêk anîn.

Xameneyî Elî Ebdullahî wek Serfermandarê Hêzên Çekdar û Serbaz Ehmed Wehîdî jî wek Fermandarê Giştî yê artêşa Pasdaran tayîn kirin.

Kiumars Heidari wek cîgirê serfermandariyê, Mustefa Îzidî wek Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdaran, Elî Azmaei wek Fermandarê Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran, her wiha HusênTaib wek serokê Rêxistina Seferberiya Gel a "Basîj" tayîn kirin.

(f)