Li Humsê cenazeyê endazyarekî hat dîtin

Li bajarê Humsê cenazeyê endazyar Usama Xidor hat dîtin.

Li Humsê cenazeyê endazyarekî hat dîtin
1 ÇILE, 2026   22:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji bajarê Humsê diyar kir ku bi awayekî nediyar li taxa Sebîl a Humsê endazyar Usma Xidor hat qetilkirin.

Nûçegihand da zanîn ku endazyar Usama Xidor ji aliyên tê gotin ku yên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne, roja sêşemê hatibû girtin, wan aliyan soz dabû malbatê ku ew ê vegere, lê malbatê îro agahiya mirina wî bihîst.

Sûca qetilkirina endazyar Usama Xidor li bajarê Humsê hêrsek mezin di nava malbat, xizm û şêniyan de çêkir. Sûcên wiha bê cezarkirina sûcdaran derbas dibin.

(fr)