ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-01-2026
2 ÇILE, 2026   02:00

Siyasetmedar Wefîq Şebîb ​​diyar kir ku hikumeta veguhêz ji pêkanîna biryara 2799’an a Konseya Ewlehiyê NY’yê direve û destnîşan kir ku nebûna edaletê di sûcên li dijî Elewiyan de qonaxa veguhêz veguherandiye qonaxa tolhildanê.

Gelê Sûriyeyê, bi taybetî jî şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, hêvîdar in ku sala 2026’an aştî û yekbûna ax û gel bi xwe re bîne. Şêniyan diyar kirin ku hêviya wan ewe ku zehmetiyên dirêjdem ên gelê Sûriyeyê bi dawî bibin û li welat aramî û aştiyê pêk were. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Meclisa PYD’ê ya bajarê Hesekê diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan a der barê peymana 10’ê Adarê de bingeha Sûriyeya siberojê ye û got peyman xizmeta hemû sûriyeyiyan dike. Her wiha destnîşan kir ku destwerdanên dewleta Tirk pêkanîna peymanê asteng dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li kampa koçberên Girê Spî ya li Eyn Îsayê ji ber barana zêde çadirên ku wekî dibistan têne bikaranîn, tijî av bûn û di encamê de perwerde hat rawestandin. Xebatên kişandina avê û sererastkirina çadiran têne kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hezkirina welat û xwedîderketina li erka parastina wî, hişt Diyar Qamişlo ji sahneyan berê xwe bide çeperên şer û bibe dilsoziyê welatê xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Tenduristiyê ya kantona Reqayê amûrek MRI, amûrek tomografiyê, amûrek tîrêjên Xˊê ya sade, santralek oksîjenê dan Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê û avahiya nexweşxaneyê sererast kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Parlamenterê DEM Partiyê û endamê ‘Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî’ Saruhan Oluç diyar kir ku ji bo amadekirina rapora hevpar 2 meh dema xebata komîsyonê hatiye dirêjkirin û got “Ji bo amadekirina rapora hevpar ekîbeke nivîsandina raporê hat avakirin. Dê ekîb 5 an jî 6’ê Çileyê (2026) li hev bicive. Ji bo amedekirina raporê 6-7 sernav hatine diyarkirin.”