Çekdaran li Humsê ciwanek qetil kir

Çekdaran li bajarê Humsê ciwanê bi navê Wail Foanî yê ji taîfeya Şîî qetil kir.

Çekdaran li Humsê ciwanek qetil kir
1 ÇILE, 2026   23:36
HUMS

Nûçegihana me ji Humsê da zanîn ku dema ciwan Wail Foanî deriyê dikana xwe ya li Dahiyet El Welîd a Humsê digirt, çekdaran gule berdanê û qetil kir.

Şêniyan ev sûc şermezar kir û diyar kir ku di çarçoveya rageşiya sûcên taîfperestiyê de pêk tên û nîşan didin ku hikumeta veguhêz di parastina pêkhateyên Sûriyeyê li herêmên wê de bi bin ket.

(fr)