Li Humsê bûyerên kuştinê zêde bûne

Li parêzgeha Humsê rageşiya ewlehiyê bandorê li jiyana xelkê dike. Bûyerên kuştinê zêde bûne û metirsî hene ku şerê mezhebî rû bide.

Li Humsê bûyerên kuştinê zêde bûne
9 gulan, 2026   07:30
HUMIS

Li Humsê gelek pirsgirêkên ewlehiyê derdikevin. Ji despêka meha Gulanê ve 9 kes hatine kuştin. Kesên ku nasnameya wan nayê naskirin û li motorsîkletan siwar dibin, guleyan direşînin û xelkê dikujin.

Şêniyên bajarê Humsê û gundewarên wê êdî ji ber van kujerên nenas, ditirsin ku bi şev derkevin an jî li biçin deverekê. Ew ditirsin ku hinek wan bikujin.

Bi taybet şêniyên gundê El Şoketliyê yê Humsê pirsgirêkên ewlehiyê hene. Gund 37 km ji bajarê Himsê dûr e û dikeve rojhilatê wê. Şêniyên gund ji ber van bûyerên ewlehiyê êdî ditirsin ku derkevin derve.

XELK DITIRSE KU BÛYER DÎSA BIQEWIMIN

Li gorî şêniyên gund êdî gelekî zehmet bûye ku ji malên xwe derkevin da ku biçin nava zeviyên xwe yan jî serdana malbatan bikin. Şêniyekî gund ku nexwest navê xwe bide, got: "Em li ser zarok û malên xwe ditirsin. Êdî wekî berê em nema dikarin derkevin û biçin nava zeviyên xwe, yan jî derkevin derveyî gund."

Rêncberekî jî wiha got: "Em diçin nava zeviyên xwe lê belê her tim difikirin gelo em ê saxlem vegerin malên xwe. Berî ku em fîzîkî biwestin, em aliyê piskolojîk de gelekî diwestin."

Her wiha ji heman gundî jineke ku nexwest nave xwe bide, got: "Êdî zarok ditirsin. Êvarê gava em dengê motorsîkletan dibihîzin, dilê me diqutife. Em ditirsin ku dîsa bûyer qewimîbin û kesek hatibe kuştin."

Xortekî gund jî got: "Ji ber pirsgirêkên ewlehiyê gelek malbatan terzê jiyana xwe dane guhertin. Êdî bi şev nema li hevdû kom dibin û naçin serdana hevdû. Nêzî êvarî tu kesekî li kolanê nabînê û ditirsin ku ji derveyî malên xwe bimînin. Ji xwe em nema dikarin ji gundê xwe biçin gundekî dîtir."

LI HEMÛ GUNDAN PIRSGIRÊKÊN EWLEHIYÊ HENE

Pirsgirêkên ewlehiyê ne tenê li gundê El Şokteliyê, li hemû gundan hene. Şêniyên gundan ditirsin û aramî nîn e. Li gundên Humsê destê xwe datînin ser mal û milkên xelkê û hinek malbat neçar man ku ji Humsê derkevin û berê xwe bidin herêmên ku pirsgirêkên ewlehiyê lê nîn in.

Yek ji şêniyên bajarê Humsê got: "Em rojane ditirsin ku bûyerên kuştin biqewimin an jî bibihîzin ku kes hatine kuştin."

Welatiyekî dîtir jî got: "Em bi roj û şev ditirsin, ji ber ku kuştin zêde bûye."

LI ROJAVAYÊ HUMSÊ JÎ PIRSGIRÊK HENE

Li herêma Telkex ê girêdayî Himsê û dikeve rojavayê li ser dijîtal medya gelekî zêde zimanê nefretê tê bikar anîn. Ev yek jî dibe sedema ku xelk ji hevdû aciz bibe. Li gundê Tepe Hena yê li kêleka gundê Xirbet El Eşarî kesên nayên naskirin, bi ser mala xortekî elewî de digirin û wî dukjin. Her wiha nêzî herêma El Eşarî heman buyer qewimî. Li Humsê ser hevdû xortên elewî hedef têne girtin û wan dukjin. Ev yek dê bibe sedema ku şerê mezhebî li herêmê çêbibe.

Şêniyên bajarê Humsê û gundewarên wê dixwazin pirsgirêkên ewlehiyê çareser bibin, li pêşiya şerê mezhebî were girtin û aram bijîn. Her wiha ji aliyên têkildar xwestin destwerdana vê rewşê bikin û pirsgirêka ewlehiyê çareser bikin.

(np)

ANHA