Kooperatîfên çandiniyê hem çandiniyê bi pêş dixin hem ji bo jinan defetên kar çêdikin

Komîteya Aborî ya Jinan a Kongra Star bi rêya kooperatîfên çandiniyê û projeyên domdar piştgiriya jinên herêma Cizîrê dike, derfetên kar ji wan re dibîne û çandiniyê bi pêş dixe.

9 gulan, 2026   04:15
QAMIŞLO

Komîteya Aborî ya Jinan a girêdayî Kongra Star pêşxistina qada çandiniyê ku wek lingekî esasî yê aboriya komînal dibîne, didomîne. Komîte bi rêya proje û kooperatîfên çandiniyê hem destekê dide jinan û hem jî hewl dide çandiniyê bi pêş ve bibe.

Komîteyê ku li herêma Cizîrê nêzî 54 hezar donim erdên çandiniyê ji bo kooperatîfan veqetandiye, her sal bi rêya komînên tax, bajar û gundan van erdan îstîsmar dike.

Komîte bi van kooperatîfan derfetên kar ji jinan re peyda dike. Di her erdekî de ku firehiya wê 2 hezar donim e nêzî 50 jin dixebitin. Ji bo her jinekê navbera 40 donim hatiye veqetandin. Jinên bi rêya girêbestan cihê xwe di kooperatîfan de digirin.

Komîteya Aborî li Herêma Cizîrê anku ji Til Temir heya Dêrik 50 hezar donim erd bi genim, cehn, nok û nisîk, sebeze û dar ji bo kooperatîfan diçîne. Berê gundewarên Reqa û Tebqayê jî nêzî 4 hezar donim ji bo kooperatîfên jinan hatibû veqetandin. Lê piştî peyama 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de ev erd êdî nema aîdê komîteyê ne.

Li gorî daneyan, ji sedî 75 qezencên van kooperatîfan ji jinên kedkar re ye û ji sedî 25 ji Kongra Star re ye.

Endama Komîteya Aborî ya Jinan endazyara çandiniyê Emel Îbrahîm diyar kir ku çandinî beşeke girîng a komîteyê ye û dê xebatên xwe yên birêxistinkirin, pêşxistin û berfirehkirina kooperatîfan bidomînin.

Komîteyê di çarçoveya projeyên demsalî de niha li bajarê Tirbespiyê de baxçeyekî sergirtî ava dike. Di baxçe de sebze ji bo dirêjahiya sale têne çandin. Her wiha projeyek ji bo darên berhemdar jî heye. Bi taybetî jinên derfet bi dest wan neket ku bixwînin û jinên li gundan, gelek jinên din di vê projeyê de dixebitin.

Her wiha ji 2 mehan ve projeya avakirina şitilgeheke darên berhemdar û darên xemilandinê bi çavdêriya endazyarên pispor ve hatiye destpêkirin.

Li bajarê Dêrikê kooperatîfan nêzî 4 hezar darên tirî, xox û hirmî ku derfetên kar ji gelek jinan re hat peydakirin, berhemên xwe bi kalîteyeke baş dide.

Komîteya Aborî bi rêya Desteya Aborî ya Giştî tov û semadê peyda dike û lêçûnên wan jî piştî berhemdayînê dide desteyê.

Her wiha komîteyên çandiniyê ku ji endazyarên pispor pêk tê, tên avakirin da ku erdan bişopînin û şîretan pêşkêşî rêveberên kooperatîf û karkeran bidin.

Fadiya Silêman cihê xwe di kooperatîfên çandiniyê yên bajarê Qamişloyê de digire, diyar kir ku wan bi 32 jinan dest bi kooperatîfa çandina genim kirine û hêvî dike ku îsal ji ber barana zêde berhem baş bide.

Fadiya Silêman anî ziman ku rûbera erdê çandiniyê yê kooperatîfê li bajarê Qamişloyê 160 donim e û girêbestek 3 salî heye ku li gor şert û mercên hewayê yên berê ji bo salek din hatiye dirêjkirin. Fadiya destnîşan kir ku Komîteya Aborî ya Jinan tov pêşkêş dike.

Fadiya Silêman her wiha  diyar kir ku ev kooperatîf ji bo jinan piştgiriyek girîng temsîl dikin û bang li jinan kir ku ezmûnên bi vî rengî biceribînin û projeyên taybet xwe ava bikin. Her wiha got, ew nobeta parastina erd dikin.

(bb)

ANHA