Hiqûqnas: Yekitiya Kurdan stratejîk e

Siyasetmedar Mistefa Oso got yekitiya Kurdan ji bo gelê Kurd û entegrasyonê stratejîk e.

Hiqûqnas: Yekitiya Kurdan stratejîk e
9 gulan, 2026   05:05
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Hiqûqnas û siyasetmedar Mistefa Oso girîngiya yekitiya Kurdan nirxand û got: "Yekitiya Kurdan li ser asta tevahiya Kurdistanê li ser bingeha polîtîkaya stratejîk a neteweyî ya yekgirtî, gelekî girîng e da ku parçebuyînê derbas bikin û bibin xwediyê yekhelwestê. Dewletên ku gelê Kurd parçe kirine, bi taybet di vê pêvajoyê de dixwazin derbe li doza neteweyî ya Kurdan bixin û nehêlin ku doza kurdî çareser bibe."

Oso diyar kir ku berjewendiyên partiyan li pêşiya yekitiya Kurdî dibin asteng û wiha got: "Ji hinder ve berjewendiyên partiyan sedemekî sereke ye ku li pêşiya yekitiya kurdî dibe asteng. Li ser asta parçeyekî û li tevahiya Kurdistanê jî partiyên Kurd li hevdû nakin û nakokiyên wan bihevre hene. Ji derve jî zextên herêmî hene, bi taybet hinek dewletên herêmî zextê li partiyên Kurdan dikin û li pêşiya yekitiya Kurdan dibin asteng.”

Ji bo siyasetmedarên Kurd jî Oso wiha got: "Em destekê didin yekitiya kurdî, siyasetmedarên Kurd û bi taybet yên serbixwe bila nekevin nava nakokî û pevçûnên partiyên Kurdan. Divê girîngî bidin berjewendiyên neteweyî. Destûr nedin ku pevçûnên hindirîn çêbibin û yekitiya kurdî bi pêş bikeve.”

Mistefa Oso di dawiyê de got: "Yekitiya gelê Kurd ji bo misogerkirina mafên gelê Kurd di destûrên dewletên Kurdistan parçe kiriye, gelekî girîng û stratejîk e."

(np)

ANHA