Artêşa Îsraîlê 4 ciwan destgîr kirin

Artêşa Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê ji malbatekê 4 ciwan destgîr kirin.

Artêşa Îsraîlê 4 ciwan destgîr kirin
17 mijdar, 2025   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro li herêma Xefayîr a bajarokê Xan Erneba yê Quneytîrayê ji malbatekê 4 ciwan destgîr kirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, navên kesên hatine destgîrkirin ev in: Mihemed Mehmûd El Seyîd, Elî El Seyîd, Kînan El Seyîd û Mehmûd Ednan El Seyîd.

Heya niha tu daxuyanî der barê sedema destgîrkirin û aqûbeta her çar ciwanan de nehatin dayîn.

(bb)