Li Hums û Dêrazorê di encama teqîna mayînan de 4 kes birîndar bûn

Li gundewarên Hums û Dêrazorê 4 kes di encama teqîna mayînan de birîndar bûn.

Li Hums û Dêrazorê di encama teqîna mayînan de 4 kes birîndar bûn
9 tebax, 2026   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Qisêr a gundewarê Humsê zarokek di encama teqîna mayînekê de birîndar bû. zarok veguhestin nexweşxaneyê.

Li bajarê El Bûkemalê yê rojhilatê Dêrazorê jî bavek û 2 zarokên wî ji ber teqîna mayînekê de birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHR‘ê, li Sûriyeyê ji destpêka îsal (2026) ve 232 kes ji ber teqîna mayîn û bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan û 339 kes birîndar bûn.

(bb)