Malbata rojnameger Ahmet Polad serlêdana Komîsyona Girtî û Windahiyan kir

Malbata rojnameger Ahmet Polad ku 18’ê Çileyê (2026) li Reqayê ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Şamê ve hat girtin û tê payîn niha li girtîgeha Helebê ye û birîndare, ji bo çarenûsa kurê xwe bizanin, serlêdana Komîteya Girtî (Esîr) Û Windahiyan a Rojava kir.

Malbata rojnameger Ahmet Polad serlêdana Komîsyona Girtî û Windahiyan kir
10 tebax, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Piştî nûçeya me ya bi sernavê “628 kes winda ne, 138 kes dîlgirtî ne” di 30’ê Tîrmehê de hat weşandin, malbata rojnameger Ahmet Polad serlêdana Komîteya Girtî (Esîr) Û Windahiyan a Rojava kir û xwest navê kurê wan jî li lîsteyê bê zêdekirin.

Komîsyon li ser agahdariya malbatan navê zarokên wan dixin lîsteyê.

Ahmet Polad di 3’ê Hezîrana 1999’an de li Stenbolê hatiye dinê. Sala 2017 ji bo xebatên ragihandinê derbasî Rojava bûye. Ji bo Özgür TV yê bernameyên siyasî û civakî çêdikir.

Her wiha Ahmet Polad endamê Yekîtiya Ragihandina Azad e ku li Sûriyeyê yekîtiyek a rojnamegeran e.

Piştî çekdarên dewleta Tirk û hêzên hikumeta veguhêz a Şamê êrişî Dêrhafir, Reqa û Tebqayê kirin, Ahmet Polad û nûçegihana ETHA ye Eva Maria Michelmann ji bo şopandina şer li Reqayê bûn. Herdû rojnameger di 18’ê Çileyê de, li Reqayê ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Şamê ve hatin girtin.

Eva Maria Michelmann ku hemwelatiya Elmanyayê ye di 19’ê Hezîranê de hat berdan. Li gorî agahiyên dane malpera AVEG-KON’ê ew û Ahmet Polad ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hatine girtin, rastî êşkenceyê hatine. Derman xistine qehweya Evayê û destdirêjî lê kirine.

Piştî çend rojan Eva û Ahmet ji hev tên qutkirin, Ahmet dibêje “Ez Kurd im, jiyana min di xeteriyê de ye”. Gotina dawî ya Ahmet ji hevkara xwe re ev e.

Hevkara wî dibêje, dema Ahmet ji gel wê birine ne birîndar e, lê malbata Ahmet ji hinek kesên hatine berdan bihîstiye ku ew li girtîgeha Helebê ye û birîndar e.

Bavê Ahmet Polad, Adil Aslan ji ajansa me re diyar kir ku ev 7 mehe ew di nava jiyaneke bi tirs de dijîn û wiha got: “Em dixwazin çarenûsa kurê xwe bizanin”.

Lê heta niha malbat nizane kurê wan çawa ye û li ku ye.

ANHA