Li Holê ji bo piştgiriya koçberan konê alîkariyê hate vegirtin

Meclisa bajarê Holê yê kantona Cizîrê bi hevkariya komînan û şêniyên bajêr, ji bo piştgiriya koçberên Efrîn û Şehba û bajarê Helebê, konê alîkariyê vegirt.

8 kanûn, 2024   15:17
HESEKÊ

Li kantona Cizîrê destpêşxeriyên civakî yên ji bo piştgiriya koçberên ji kantona Efrîn û Şehba û bajarê Helebê dewam dikin.

Meclisa bajarê Holê yê kantona Cizîrê bi hevkariya komînan û şêniyên bajêr ji berhevkirina alîkariyan kon vegirt.

Gelek welatiyên bajêr serdana konê alîkariyê kirin û li gorî derfetên xwe kelûpelên mîna cil, livîn û tiştên xwarinê ji bo koçberan pêşkêş kirin.

Hevserokê Meclisa Bajarê Holê Ehmed Ebdo destnîşan kir ku armanca vê xebatê sivikkirina êş û azarên koçberan û peydakirina pêdiviyên wan ên bingehîn e .

Şêniyên bajarê Holê jî destnîşan kirin ku ew ê bi hemû derfetên xwe piştgiriya vê pêngavê bikin.

(k)